Ana Sayfa › Şiirler › Helbestrana Gulê
✍️
ŞİİR

Helbestrana Gulê

Selamî Esen
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Helbestrana Gulê

Cih: Deşta Katos, Botan
Mêjû: Beriya Zayînê, 3000
Dan: Êvarek ji wan êvaran

her ku ez diçûm tu li pêş min dihat
ez bûbûm pismamek ji wan pismaman
ku serî li ber te tewandine
û te digot: “were pismam!”
te bi destên min digirt û ez dibirim dîlanê
li hemberî dirrindeyan te xwe dabû pêş
û te şerr dikir,
min şer/m dikir

Cih: Çiyayê Herekol, Botan
Mêjû: Piştî Zayînê, 2000
Dan: Êvarek ji wan êvaran

di destên min de çend hestiyên te
çavan zîq veke
her û her dimirim
ji bo te
ne ez im; ew in neyarên te gulê!
ma tu teraqeyê jî li min nakî?
zikê te diçinandin
biskên te dikirin ûşî
kulîlkên te dikirin melû
bedena te dikirin gidîş
min ê çawa xwe netavêta
li ber wê patozê!

(Tîrmeh 2012, Zonguldak)
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.