Ana Sayfa › Şiirler › Eşqiya
✍️
ŞİİR

Eşqiya

Serkeft Botan
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Eşqiya

Bi destarên destik zêrîn, destê sibê dihêrin
Loda nifşê eşqiya ji eşqa binevşên narîn in

Deriyên xêrê vebûne li başûra rojhilat
Kewên gozel diçêrin li nav pirêzên berzan
Li şingal û serhedê pirr dane qendîla dil
Qêrîna ap û pismam esmeriya kurdistan e

Tîrên girava eşqê pêl bi pêl dialêse
Hêvîsiudên rizandî ji textikên aniya

Satorên biqifil û miftên bivirên seqakirî
Li korxaneya ehrîman kef û girêza bixwîn
Bi tilîmelhêban didêre fediya bêfediyê

Hertim karê te ev e!.. Tu pîjê aziba î
Tim guhên xwe bel dikî li şûvên serxwebûnê
Tu derzek derizandî di derzên movikan de
Tu qunderza deziya derzîdanka rima î

Ma kê birûsik çinîn? Ji ezmanê cîksayî
Ji zînê zerzêrînî bûkên baranê kor bûn
Kê besa seyid riza di rizda raza werkir
Kê bilbizêkên biharê li bûkên salê rijî kir
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.