Ana Sayfa › Şiirler › Gêrranewe (Vegotin)
✍️
ŞİİR

Gêrranewe (Vegotin)

Şêrko Bêkes
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Gêrranewe (Vegotin)

darhenarî hewşekeman
gêrrayewe:
be boneyî şûkrdinmewe em hawîne
dartûweke şî'rêkî xoyî bo xwêndmewe
bellam leber xelbe xelbe û
qirreqirrî liq û çill û
zaq û zîqî gellakanî
beşî zorîm giwê lênebû!

le nîwey ziyatir negeyiştim!
meger payîz
wextê qirreqirr wişk ebê û
wextê zaq û zîq ewerê
meger ewsa
carêkî tir û serleniwê
şî'rekeyi pê bixwênmewe!

xelbe xelb; cincal û hiyahu
qirreqirr; sir û seda
zaq û zîq; himhime û cincal
liq, çil; şaxe
gella; berg

Kurmancî:

Darhinara hewşa me
vegot:
bi boneya zewaca min vê havînê
daretûyê helbesteke xwe ji min re xwend
lê belê ji ber galegal û
qireqira şax û çilo û
zaq û zîqa pelên wê
min piraniya wê nebihîst

ji nîvî zêdetir tênegihiştim!
meger payîz
dema qirreqirê hişk dibe û
dema zaq û zîqê diwerê
meger wisa
careke din û ji nû ve
helbesta xwe ji min re bixwîne!

qireqir û galegal û heyaho
dengedeng, kerr û deng
zaq û zîq; himhime û barebar
şax, çilo, çeqil
pel; pelçim

*Le Kitêbî Zêwzin (Ji Pirtûka Zêwzin)
*Tîpguhêzî û Kurmancî'ya wê: Muhsîn Ozdemîr
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.