Ana Sayfa › Şiirler › Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze
✍️
ŞİİR

Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze

Şêx Riza Talebanî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Nînokî Şêx Reza û Kilkî Hesen Hemze

Hesenî Hemze le ser şem ke çî ye tefsîrî
Dest be şimşêr legellim sahêbî de‘wa derçû

Min witim naxwênî şêr e, witî kilkî şêr e
Le ser em lefze be sê şorriş û xewxa derçû

Girewim kird legellî çûm û kitêbim hêna
Naxwênî min nebû, kilkî Hesen Axa derçû

Ceng gahî cûkil û Mehmûd Beg şêrwane bû
Aferîn Mehmûd Beg lem cenge da şêr, wa nebû

Weqtê qasîd hat û lêm pirsî çilon bû em şerr e
Wirde wirde boy beyan kirdim ke çî şîrrrr wa nebû

Selahedîn ke îslamî geyande payey eflak
Eme wa bû ewend bû ew le zumrey kurdî xoman bû

şud ‘edidî bazî masî û dû
Qadrî Westa Xile rîşit be gû

Silêmanî hetane nawî nabem wek kunî bêçû
Weku daynêy le ser bergî şeqayiq cê simî ahû

Ey melay milze‘îfî Xurmatû
Ne‘re ye, berkeş, ey xerî ma, tû

Lazim e bo şêx sibeynan gurgexew
Ta billên şêx ‘abîd e û naniwê be şew

Nan û doşawî eman wa bû be yaprax û pillaw
Bûy be gewrey ehlî Nodê, kake law
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.