Ana Sayfa › Şiirler › Çala Sermedî
✍️
ŞİİR

Çala Sermedî

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Çala Sermedî

Geryam di nav baxên gulan
Min yek gula sor tê nedî
Jaro belengazo dilo
J`bextê te reştir min nedî

Westim ji hindamê ketim
Gêr bûm li ser xakî zemîn
Dîl û perîşan û reben
Rengê ciwanê Amedî

Teyr û tilûrên dev çema
Murxên di nav bax û rezan
Hatin li dor min bûn xelek
îro li min bûne xwedî

Wan bilbilan û totiyan
Hatin di gel min nalîyan
Hay min nema bê hiş ketim
Wek Mem di çala sermedî

Ew hêvî û çar û ûmîd
Bûne li min xewn û xeyal
Baweriya min qet nema
Ji dîna gul yek ji sedî

Soz bî li min êdî ji bin
Ez naçme baxê wa gulan
Qet nabime kolê dila
Bê şermîsar û bê fedî

Tiştê me kir çû ber telef
Destê min û erd ma`b tenê
J`Tîrêj mekin gazindeyan
Ji ber ku mi`d xewna xwe dî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.