Ana Sayfa › Şiirler › Ax û Ax Gundo
✍️
ŞİİR

Ax û Ax Gundo

Seyfedînê Welekorî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Ax û Ax Gundo

Ax û ax Gund o tu çima wer ji min dûr î
Ax Gund o wek tariya şevê dirêj stêrka hûr î
Li ser banê asîmanê te difirin kevokên hûr î
Ewrê spî pêçan ser çiyayê te dilop dilop evîn jê dibarî
Qêrîna bilbil e dixwîne ser baxê te şalûlên malxerab jê difirî
Nava rojê xeyala min î danê şevê ji xewna min nabuhirî
Ax û ax gund o jiyan li min bû agir dilê min ji bo te digrî
Agirê kerbê girtiye dilê min ma qey gund o tu Welekor î

Ax û ax Gund o dilê min ma bi hesreta te
Ez di xeyala xwe de difiriyam û digeriyam
Li ser dilê te min danî nav mêrg û çîmenan li ser baxê te
Kulîlk derketi bûn li ber perê belekiyên berfê
Reng veda keskesorê xwe da ser per û baskên te
Li xwe kiribû xemla Newrozê govend digirt li ser axa te
Tim di dilê min de tu bûka Kurdistanî ez im bi hesreta te
Ax û ax gund o tu çiqas şirîn û xweş î Welekor e navê te

Ax û ax Gund o tu çima wer ji min dûr ketî
Jiyan li min serûbin bû tu ji min re êş û hesretî
Di jana te de dilê min axîn û nalînim hinav li min peritî
Têm kuştin ji bo axa te tu car bi te re nakim xiyanetî
Tu evîna min î ez evîndarê te ji min re xeml û xelat î
Warê Bav û Kalan î qîmet giran î tu ji axa Welat î
Bese bi min hisret bikêşe mame di nava xeyalê te de girtî
Ax gund o wêran o Seyfedînê Welekorî li ser te helbest gotî
Ax û ax gund o ez te nabînim tu çima wer ji min dûrketî.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.