Ana Sayfa › Şiirler › Dil Dinale
✍️
ŞİİR

Dil Dinale

Sîdar Esmer
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Dil Dinale

Nêzîkayî li me bûn dûr
hewce me bi wa awirên kûr
li gerdena`m xencer û şûr
dil dinale yarê yarê.

Hesret ma me bi çavên te
bi xem dijîm li kovana te
qey carek nayêm li bîra te
dil dinalê yarê yarê.

Her evîndar dikirin ceng
mem mir ji bo zîna çeleng
yek jî ez im mirî û bêdeng
dil dinale yarê yarê.

Timî bi jan e her digirî dil
li baxê`m perîşan e bilbil
gul çilmisîn ji çavên şil
dil dinale yarê yarê.

Li ramana`m porê xelek
ez im aşiqê çavên belek
gelek ez westandim felek
dil dinale yarê yarê.

Were bila azad bibe welat
evîna min ji bo te xelat
nema êdî sebr û tebat
dil dinale yarê yarê.

19.07.2014
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.