Ana Sayfa › Şiirler › Sorya
✍️
ŞİİR

Sorya

Ulku Bîngol
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Sorya

meryema ya bêgunehî
wek şevek lalî
fedî neke
şilf û tazî ye tu
sorya…
kî kane!
xweşikbûyînê bi sûr û bedenan
dorpêç bike…
her êvar
soriyek dikeve rûyê erdê te
her demsal
similê gênim diseride
li sînga te…
ger tu welatek bî
wê pakrewanê ewil ez bim…
ger tu dîlberek bî
wê bengiyê dil bi tîr ez bim..
ax…sorya
ditirsim
wê pelê beybûnê yek kêm be
an jî yek zêde be…
ji ava remldara ditirsim
dibe ku neherike navê te…
bêxew im her şev
li giliya çavên min dipiçikî
di berbangê de…
nûxwirê evînê me
di welatê soryayê de
rojavayê dil nabîne çiyayê helgurdê
mûnzir li kendalekî maye
zozan…
deşt…
gelî…
û raperînên bêhejmar
te xwe bi welatekî xemilandiye
sorya…
çend sedsal min pîr kirin
wek sîmurgekî
bi evîna te
bûtîmar im li qeraxên
dilê te
çi yî tu?
kî yî tu?
sorya….

ji PEYMAN’ê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.