Ana Sayfa › Şiirler › Birîn
✍️
ŞİİR

Birîn

Yeqîn H.
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Birîn

I
Birîn dibêjim, dêrîn
weku bêhna sêvê bê ji devê Adem
-heram heram heram

Birîn dibêjim, dêrîn
weku bexîlî bigere di Kaabîl
-qetil qetil qetil

Birîn dibêjim, dêrîn
weku xwîn biniqute ser Kitêbê
-çerm çerm çerm

dêrîn dibêjim, Birîn
berî wehî li Hîrayê dakeve
-xwîn xwîn xwîn

II
Birîn hene, bi mij in
dilbij in, dimijin xwînê
-beqem beqem beqem

Birîn hene kund in, kor
kur-d û pişk in, vedidin bi xwe-liyê
-beqa beqa beqa

Birîn hene, kew in, nakewin
-bêqewm bêqewm bêqewm

‘ûde ‘ûde ‘ûde

03-20 sibat ‘08
mêrsîn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.