Ana Sayfa › Şiirler › Hû Hû
✍️
ŞİİR

Hû Hû

Yeqîn H.
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Hû Hû

“şev şêt in, ne bela me ye”

hû kirin mistê
û de wê ho venedan li porrê te baranan
bar kirin ji bajêr
ji jor û jêr, zuha ma nexşeyek û hew

bivê nevê zinhar
lêlê yar, kefa dêst ji te’r bora tozê
bi taya bê ketine kîşwer, werza li bin darê
dû dikin li dû baranan
fîzefîz e, payiz e, vedilîzin pelg

û de ha hî, wa wî
şev e nebin jî baran
li derdawê ez û tu lêvelêv
ez î bertena te, bêna
devê’m bi d’awa paşilê
li ser hêtan dirên derdixim
ho dibim strînê -distrêm distrêm distrêm
hû hû rana nedawî
min fêr bike firrînê

09 sibat ‘07
mêrsîn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.