Ana Sayfa › Şiirler › Sibêdo
✍️
ŞİİR

Sibêdo

Yeqîn H.
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Sibêdo

I
ku li min dibe nîvro
ro li belingoşka min devançe
ku pê de biteqe, îro şehîd e, bi cî
wê êvar ji kîsê min bixesire

II
şarekî şevlêgeriyayî
dêran im, derîlêgeriyayî me
hey li xwe digerim -şar li xwebûna xwe
ku li xwe vedigerim, şar dixeniqe şev
qir dibare ba-jar
û dukelî dibe do

III
do, li devbestên dûrîdest feqîroşkek
lo çi bikim destê min kin
ku digirîm, şevnem dibare şevê
şilek im, li destê her sibê
çilek im, çilberiya min zêrstanî
bi halekî me, îro
halê din min ji dest da, do
firka beravêtina dotekê
ji sêrokiya êşeke no re diyarî ye, sibêro
lê sibêdo?

06-17 avrêl ‘02
mêrsîn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.