← Tüm Şairler
✒
ŞAİR PROFİLİ

Fatma Savci

✒ 23 yayınlanmış şiir
0 Takipçi0 Beğeni

Fatma Savci Hakkında

Fatma Savci adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.

ESERLER

Fatma Savci Şiirleri

23 eser listeleniyor
✒ Helbest

Dengê Şîmşalê

Piştî lehiyê pêlek li perava çîrokê dideDengê şîmşalê ji cezweyê qehwê têZeriyek ji pêsîra xwe ya çapê dilekî bi çembilkJi dêvla fincanê li ser tepsiya zêrîn bi cî dike. Wê qasek din tepsiyê li ber çelengên êlê bigerîne,Zane ku kî destên xwe ber bi w…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Dilop

şaneşîna havînê ji Hechecîkan rezeman di şikeftan de yê rojîna,destên zilmê li ser şeveqan bûnû dîsa stûyê Kurdistanli ber devê kêra bû,dema dilop diloptu niqutîsarinca dilê min. çav ji bo girîbejnên rihanî ji agir rebûkên xemilandî yên şahê çiyastra…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Êvara Binevşî

Di şaristaniyeke berîqonk deBajêr ser bi ser bi kendalekî de diguherîneçima ku di êvareke Binevşî de şikestiye,li ser girên bilind xwe fêrî firînê dike. Da ku xwîna gulan ji bîr nekeHer şefeq xwê li ser birînê direşîneRihên eşqê di şevên Qendîlê de p…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Geliyê Tî

Wexta ku heyv qulibîKembera ji kevirên fîrûzeyan ji bejna çêm şemitîDilekî qrîstalî bi ser şevê deHêstir bi hêstir niqutî. Rûyê şahmaranê li neynika şivanekî awiqîRihekî cawîdan, di nav pûlên masiyekê de,li ser sifra paşayekî beriqîjineke heft serî l…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Hejmara Gulleyan

çiqas diyên medehe deh hitikan biwelidînin jî,nobedarên desthilatdaranji nasnameyên me pirtir,dîsa hejmara gulleyanji salên zarokên me zêdetirin?.. ji pirtûka Gulên Qasid

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Hewara Birînê

Qey dive di ber pişta her xeyala me de,şurekî destik sor hebe? Ev çend qirn in,em hilgirên xewnên kiras zêrîn in,bi biskên xwe yên badayî,uçkên xwe yên girêdayîgav bi gav na,mirin bi mirin,destên me li ser hewara birînê,bi çemekî rewa ve dilezînin...…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Ji Bo Arjen Arî

çûyîna teKulla li ser kullê yeNe xwedê…Ev dê û xak,ev giyanû ev peyv dizanebê çûyîna te çiqas kêmanîû çendî neheqî ye…Niha bi kîjan birînê bigrîn em?Em bi kîjan birînê bigrîn?”

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Ken

Hinekî ji kenê çavên xweBide minEzê di zertavê de,Di sariya êşkenceyekê de,Di tariya hûcreyekê de,Di êşa cudabûneke dijwar de,Di dûrbûna evîndarekî deXwe li ber germ bikim.Pişt re ,Ezê wekî dilopeke baranêBiniqûtînim ser reşika çavên xwe…Ezê bi germi…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Li Benda Nofê Qulingan Mam

Keçika ji qewmê çivîkan!dê bi levdana baskên tedojeh biwestin,bi tazîbûna zimanê te,rûpûş bi tevahî biweşin... Dixwazim bizanim,kîjan demsaldê kulîlkan vekinli birînên te? Li kîjan qonaxa zemên,dê ferîşte bûhiştên mêbikin mêvanên serxweşiyên te? Neha…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Lîsa

Lîsa!pê dihesim,destên te bi ewrên pembûyî yê zarokatiya min ve asê manû piyên te Xecîcokên sor yên Newrozê ji xwe re birin… Zanim dilê te perperîka şîn bû li ser gula hîroyê datanîBejna xewna te bilind… Tu bi qedrê çiyê kî Lîsa, nebêje êdî dişikim d…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Mirad Dixemilandin

îro li Sîpanêxezaleke çiya dît min. Li keviya dilê wêSiyabendekî xemgîn pal dabû. Devê tîra xwe kuh dikir.Ji devê Qulingên birîndargotinên Evdêl kom dikirinli lênûskeke rû spî... Êlên girankonê mezin vedidanli lûtkeyên çiyêli zozanan... Zeriyên koçer…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Sî û Mij

Ma tu tenê biharek î,eşqa bask şîndi kîşwera xewna min de binevşek î ?li keviya xewna nefîkirî,li ber hemî çeman zarokekî xeydok î?çi leza te heye,qey tu hatiyî agirekî?Rûyê te,Weke stêreke dûr, ji xemê me re diçirise,Destên te yê rubarî wek tîrêjên …

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Şengesiwar

Jarê gidyanê,şengesiwara li ser hespê niyazêRiyan di sahra û deryayan de pîr dike,Nagihîje perwazeya xwe ya şikestîBi destên Zimrûdî yên birînpêçekê derman bike. şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêjeKebaniya li b…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Temenekî Nîvkuştî

Hezkirina minbi her kuştiyekî re,perçe bûû di nav dilên wan de veşarîbi hemî evîndaran re çû... hestên min,bi tevayê qîrkirinan rebirîndar bûn,di zemanê komkujiyan dedi bîna mirinan de asê man... hêstirên çavên mintevî dixana daristanan bûn,bi leyist…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Xewna Hilatî

şeveke xewrevînBejna xwe bi pelên Gwîzî radipêçeWek dest bide rupelên kitêbekêDihingive dilê Beytikekê.û xewna bi Nêrgizê re hilatî destpêdike... Li keviya helbesteke xunavîAgirekî devliken dêmên ezman radimuse,Li dora wî hespên ji mijê,Barê karwanê …

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Xewna Lal

Me qewlê xwe danîbûBi hezar û yek biharan re,Li nav ronîstana deşteşînekê,Di çaxê vebûna stêran de…Wê evîneke xemrîLi mişextiya me ya bêdawî bar bikiranaû kenekî ji nefelê kesktirDeştên nava meDelal, delalBi neqişandana…Gunehê me bû:Me dest û hestên …

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Di Pêsîreke Teng De

Ew strana te ji çiya re xwendibû dengêni li mirinêZanim bayê şîn li te tê , li wê sertarê çiyê , xwîn bû co,ez sexî nakim te destevala bihêlimHespa te ya gewreboz li ser kaniyê ma bi heyvê re,sebra min bi dengê bilûrê tê, wexta meyla te dikim,newe ni…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Berf Dibare

mam asêdi newalê çavên te de berf dibarê gulik gulikser mijangê te. roj,ji keskesorekê jîmehrum dihêlê bejna min payîz bi ser stêran de jî digrêdiweşîne pel bi pelroniya xeyalên min. zivistan kon vedideli dilê min. bûm xwîşka heft biradi çîrokan de,p…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Bircan Li Ber Xwe Bigrim

Bi şevê,li ber lempeyê malên Mêrdînê,bahozek dest xedarez bi xwîna birayan şûştim... û keviradi neqrikê neqşan deveşartim ez... Stêrika,bi qelema xenîmagiriyê xezalan xêz kirinli zeniya min... û xwedayê kendelaji berê de,li eniya min nivîsîbûnku ezê …

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Bîra Birînê

Ku niha em neçin tewafaVî çiyayî,Ocaxa van şikeftên ji dapîra mayîWê kîjan hec xêrê li me bikeKîjan welat,Neqebên xwe ji me re veke?Wê kalikên me,çend bihuştên din,diyariyî me bikin? çaxê reza betal bû,ji min dûr neçe,çirayê vemirî dibêjin:Wextê kuşt…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Cêwî

Min ji keviya rojêtu dayî hev. ji qalçîçekê nava xewnan! ji baskê weşiyayîyên çûkên berfê. min tuji êşa birîna, ji kûr kûra girîû ji germiya besimînên xwetu dayî hev. Ez geliyekî tenhatu avek bê pêjin bûyîli paşila min... stranek bûm eztu jî awaza wê…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Denê Şerabê

Di tengava gerdûnê de lavlavka bêrîkirinêû destên şeva qutbê yên ji zembelîlkêLi stûyê wê herbilî ne,Razên wê di mêrgê de berxên li ber kêrê ne. Xewna ku keçkaniya xwe tê de dilorînene ji dara Gûhîjê ye,Tilîkên wê yên ji tirhên dêliyanDi geryana mişt…

Şiiri Oku →
✒ Helbest

Dengbêjekî Dilmayî

Niha,Vê kêliyê ji bo wê,Dibe ku wext yê “Stêrka şivanan” be,Lehengekî dilkeçikJi ser çiyan ve diqevizedi riya Kadizê re derbas dibeû li rastî awirên Binevşa bêriyê tê. Axirî havîn e ,dibe ku vê bîstikê,Li şaneşîna qesreke bi stûnên Romayî hûnandî,Den…

Şiiri Oku →