Ana Sayfa › Şiirler › Temenekî Nîvkuştî
✍️
ŞİİR

Temenekî Nîvkuştî

Fatma Savci
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Temenekî Nîvkuştî

Hezkirina min
bi her kuştiyekî re,
perçe bû
û di nav dilên wan de veşarî
bi hemî evîndaran re çû...

hestên min,
bi tevayê qîrkirinan re
birîndar bûn,
di zemanê komkujiyan de
di bîna mirinan de asê man...

hêstirên çavên min
tevî dixana daristanan bûn,
bi leyistikên zaroyan re,
bi koçberiya hechecikan re
belav bûn...

jiyana min
bi guleyê ve
ma daliqandî,
dîwaran beharên min xwarin,
sînor hemî deyndarê emrê min man...

temenê min,
di girtîgeha demê de
dîl bû,
hîç têrî demsala nêrgîzan,
jimartina stêran,
di himêza êgir de germiya destên yaran
nebûm...

heya niha,
mezin nebûm
ne jî piçûk mam...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.