Gulîzer
✒ 41 yayınlanmış şiirGulîzer Hakkında
Gulîzer adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.
Gulîzer Şiirleri
Berdêlî
Ne qelend dixwazim ne jî xelatEm ê dilê xwe berdêlî bikinSibêNava rojêLi ber çemê Dîcleyê
Şiiri Oku →✒ HelbestBêjî
Ev herdu çavên min ên derxistinê neCotek xar in ji qewmê OîdîpûsWê di biharên gunehkar deLi hewşa mizgeftekêLi xwe hay bibinBêxwedî, tazîTeqez zanimWê werin xwe bikin berbayên çavên teAn na wê bibin du sixêf li rûyê minBerê wan tim li jiyanê
Şiiri Oku →✒ HelbestÇend Ta Ji Keziyên Jinebî
Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşîBi sebrikan xwedî dikirBi bendemayînan kedî di kir Serê pêsîrên wê tim bi hinne bûnAmadebûn ji her dawetê re Roj, êvarekê di nav herdu pêsîrên wê de çûbû avaBi dû kurtêlên tîrêjan diket,Ji bo roj hilê di paxila w…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇi Bû Çi Nebû
0Li atmosfera dilê minJi sedî bîst û yek bû 1Payizeke bi hukum bûPelên zer hîşt ji bo donzde me hanHer pelek bû pêlek harAmeda Parîsa dilê minBû payiza emrê min 2Agirekî dêmanî bû, ne koçerîWextê min li stranan guhdarî dikir`And you don`t knowhow l w…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇû
Yekê tenikê dirêj bûU çavên wî reşBêrîyên wî, nediepisîn dilê wîBi mirinê re bibû hevalWek hevalek rojane, wî xistibû milê xweçûçiya hemêzkirKenên me yên zaroktîyê hîn digirîn li pê wîLîstikên me stîxwarEm bi gurên çiyan û teyrên ezmanan re bûn heval…
Şiiri Oku →✒ HelbestDiyarê Bakîre
“What is done can not be undone”Shakespare Her kuçeyek te bûbû Golgotha ji min reEwqas pîroz ewqas dirindeHesirên min qefle bi qefleçavên min bîhn çikyayî digihîştin ser meytên xwe.Min, ji notayên nalînên te,Lorîk rêz dikirin ji zarokên berşîr reMin …
Şiiri Oku →✒ HelbestDua
Min bi heft zimananJi heft jinên di tengasiya zayînê deDua berhev kirinJi bo hatina teNizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane?
Şiiri Oku →✒ HelbestHaziriya Te
Bi ezmana dikevim herrojHiriya bi ser hev de bûye kulav şiv dikimJi bo raja tu werîû pal bidî li serEz ê fîncaneke qehwê bidim destê teTu yê qehwê ji bîr bikîDestê min vexwî
Şiiri Oku →✒ HelbestHeftoka Şînê
(NA)snameYekî tenikî dirêj bûçavên wî reş (NA)vnîşançû (NA)htorên wîMe nizanibûKîjan stêrk bêriyên wî guhdarî kirinKîjan xweliya xwelîser ew veşart (NA)lenala meMe nizanibûMe ji dûr ve stranek dikir sebrikDi ber dilê xwe di da"min bihîstî tu nexweş e…
Şiiri Oku →✒ HelbestHewî
Min nazenînbûna pîrekbûna xweKir berdêlîya azadîya xwe Bi belalûk in destên porê minMin heft çarşem ceh da berê jîJê neçû Bi bûkik in çavên dilê minMin gerand li ber derîyê kezîyên dotmamanYên ku bûne miradên pismamanTewş bû Pîrekbûnê wek birîneke ve…
Şiiri Oku →✒ HelbestHîv
(Hîv bi kirasê xwe yê birqokwek diya heft lawanrûniştiye li şevbêrka stêrkan) Ez tu car nebûm hîva şevên teNebûm endamê orkestraya kenên teçi bikimTu biguvêşî jîDilopek ronahiya hîvê NanisileJi dilekî reşik
Şiiri Oku →✒ HelbestJi Anatomîya Jinekê (Dersa Yekemîn)
1- Bi tîpekê dûrî jan ê ye2- Zimanê wê qedexe ye ji dilê wê rePira di nava dil û zimanê wê de şikestî ye3- Her qermîçokek rûyê wê xwedîyê çîrokeke dilşewat e4- Hertim du dilop hêsir dibin şirîkên kenên wê5- Cênîkên wê nobedaran xwedî dikin, ji bo kon…
Şiiri Oku →✒ HelbestKêmber
Terzî bûDiya min.Wê ruhê min bifesilanda,Wê qîzeke qîzane bidûrata ji civatê reCarekêNe mexsûsBi xeletîRuhê min da ber meqesanJi wê roıjê û vişr deDil bidim kîjan jiyanêKêm derdikeve ruhê minKêmber eJi vî parçeyê kirasekî dernayêJi jiyanekê reBi ruhe…
Şiiri Oku →✒ HelbestMin
"min bi heft zimananji heft jinên di tengasiya zayînê deduayan berhev kirji bo hatina tenizanim xwedê bi kîja zimanî dizane?"
Şiiri Oku →✒ HelbestNan
Gava tu bi ser evîna min de reş nedibûyîû ecra tenêtiyê li min dibuhurîEz pê dihesiyam kuTu diçûyîWek keştiyên sînga bahrê diçirîninû tu şop li pey xwe nahêlin Li keviyanMin ba dikir, li dû teXela ye tunebûna teHebûna te pariyeke nanKu carek din te b…
Şiiri Oku →✒ HelbestNazbalîf
çavên guliyên minJi bendamayînan sor bûneMa nebû tu werî Ez ê serê dawa dîwarên xweBi nazbalîfan binexşînimBi xêr tu werî.
Şiiri Oku →✒ HelbestPorkurê
Porê min ê tîDiqurufe hêdî hêdîDiricifeBerî ku satilcanî nebûyeWereAniha wê ji hesretan bibe sosret XwezîXwezî min carek din jîKeziyên xwe bi barana tiliyên te av bidana Xewnên porê minLi ser balîfa şevêTa digrin her şevDikevin tatêla nehatina teBê n…
Şiiri Oku →✒ HelbestXatir
Ez ê kurrekî bînim ji te reEz ê rûnêm li ber dergûşê ûBilorînim li ser . Wê hingî delalî beLi ber dilê minEz ê biavêjimk ser qebedê der û cîrananDi ber pêsîrên wan re jî derbas bikim Ez ê porê wî dirêj bikimBi soz û peymanBikim du gulîJi bo çavan. He…
Şiiri Oku →✒ HelbestŞev
Şev şikestinên mirov dide ser hevQesrekê çêdikeQesrek ku têra xwe xweşikÛ têra xwe.Tu li kîjan oda wê bibî mêvanWê aliyekî rihê te miz bide. Ji: Şevname r:40 weşanên Avesta
Şiiri Oku →✒ HelbestEm Elimîbûn
Em elimîbûnHûtên xerîbHercar dihatindev diavêtin berxikên me Vê dawîyêHinek ji me jîDi çend şevên nebixêr de bûn hût. Çîrokên zarokatîyê rast gerîyanMe ji kir haho: ``Şêr Şepal xezalji çîyayên jor werin xwarBirayan bira xwar. `` ji: Bûka Baranê
Şiiri Oku →✒ HelbestDi Paşila Xwe Ya Kavil De
Di paşila xwe ya kavil de bêriyên naşîbi sebrikan xwedî dikirbi bendemayînan kedî dikir serê pêsirên wê tim bi hinne bûnamedebûn ji her dawetê re roj,êvarekê di nav herdu pêsirên wê de çûbû avabi dû kurtêlên tirêjan diketji bo roj hilê di paxila wê d…
Şiiri Oku →✒ HelbestEvîn
Avê rojek dil da agirWê hemêz kir carek. û hew... VeqetiyanBûn çîrok li ser zar û zimananYek hebûYek tune bûKu yek hebaYa din tune bû. ji: Bûka Baranê
Şiiri Oku →✒ HelbestŞeva Hinnê
WextêJana wî dev diavêt hişê min ûWî dida ber linganEz ji xwe ve diçûm.Wek malekeJi şeva hinneya bûkê mabeJi hev de diket ruhê minDer û cîranan roja din xêra xweDidan hev.
Şiiri Oku →✒ HelbestBûka Baranê
Li Deriyê MêrdînêDi nav wan kuçeyên teng deBi bêhna nanê tenûrê ûLi ber agirê balîcanên birajtîKu tu, hîn ew pîreka li ber derî rûniştî yî?Wan evînên min ên zarok,Wan cvfnên min ên şikestîBike dawa xwe û îşev kil bikeAmedê. Ez ê îcar ji caranDestên x…
Şiiri Oku →✒ HelbestXenîmê Te Bin
Dest di dil de dijiyamBerêJi tirsa çûyîna te.Min digo evîndarekYa heye, ya tune yeTu wek xwe bûyîGeh hebûyî, geh tune bûyî.Lê pirrî caran bi tunebûna te xenî dibûmJi îro pê veTu ha heyî, ha tune yî.Ne tenê ev hatina min a dawîHer hatinên min gav bi g…
Şiiri Oku →✒ HelbestDiyarî
Qazaxê xwe li min kir, di şeveke sar deBêhna wî jê dihat.Got ku rojekê kevn bû;Ji hev vekeJi qîza xwe re bike papikYê ji ber ma jîBike tejikLi navdera deriyê oda xwe raxe. Ji boHer cara tu çûyî û hatîBila bêhna laşê minBin lingê te ramûseBêyî xebera …
Şiiri Oku →✒ HelbestLê
"A rose by any other namewould smell same"Shakespeare Ez keçikeke beredayî meLê bi çavên te ve girêdayî me
Şiiri Oku →✒ HelbestBêjing
(Bêjinga pîra demê pirr hûr e. Kêm tişt li ser dimînin.Azmûneke wek pira siratê ye. Tiştên li ser bimîninxwe li mayînê, tiştên li bin bimînin xwe li nemanê digirin) Dilê xwe dikim destarBîranînan dihêrim.Bi jinaniya lepên demêLi bêjingê diximTiştek k…
Şiiri Oku →✒ HelbestQelend
Qapaxên çavên minJi zûde ye, bi saetanBi hev şa nebûne.BerêGava şev bihata xwazgîniya hêsrên minQelenê wan bi heft gundan bûNiha di dawetan de pişderî jî nastîneHêsrên min ên eşîrJi bo dîtina çavên teBûne qereçiyeke birûLi ber deriyên te
Şiiri Oku →✒ HelbestTerzî
Me ji şevê cûr bi cûrCil çêdikir ji xwe reLi te dihat,Li min dihatZêde dimaLi bêjiyê me jî dihat
Şiiri Oku →✒ HelbestBerevajî
Di vê dema berevajî deTiştên rast bûne çewtTiştên çewt bûne rast Her kes qasî kûrbûna ruhê xwe dijî dîsa Çi çewt, çi rastHa çewt, ha rastNe çewt, ne rast. Em jî bi ser de, wî parxanê kêm inDe were û de were nemire.
Şiiri Oku →✒ HelbestEncam
Evîn pêlîstokeke Xwedayî yeKî pê bilîze ifleh nabeLomaÇîrokên hemûyanBi heman encamê bi dawî dibin.
Şiiri Oku →✒ HelbestPeşk
Her kes bi rêya xwe ve çû.Lê hinek hebûnPeşkeke ji vê seqema zivistanê jîLi biharên wan neket.
Şiiri Oku →✒ HelbestDu Demsal
Jin her biharXwe li qesra ku ji peyvan ava bûyeDitelîneÛ di her payîzê deDi bin wê qesra kavil deLi dû dil dipelîne.
Şiiri Oku →✒ HelbestXwelî
Dil heneCarekê bi tenê dişewitinÛ di her ceribandina evîneke nû deXweliya we şewatêBi serê xwe de dikin.
Şiiri Oku →✒ HelbestDest
Destê jineke ku di destê mêrekî de beDestê mêrekî ku di destê jinekê de beEw kesBi destê jiyanêDestekî din jî li avê dikeve,Dibe ku biqermiçe.Lê tu car li avê naçe.
Şiiri Oku →✒ HelbestHezar û Yek Şev
Şehrazadekî jîndar e, di ruhê her jinekê deHer tim cirokany berhev dike.Lê niha nabêjeDi boxçika xwe ya di bin balîfê de hiltîneJi bo bibêjeLi benda roja xwe ye.
Şiiri Oku →✒ HelbestQehwe
Piştî salanGava hêrs û hêsiran dan dû hespên salên berêGava hestên kujer û bihêsir riziyan... Gava rûyên bêbext û xweşikDi berava salan de çend dest li avê ketin,Û bê hesab bê hêrs manGava nêrîn paqij û navsere bûn... Divê mirov hevdu carek jîBi vî h…
Şiiri Oku →✒ HelbestJi Anatomiya Jinekê (Dersa Sêyem)
- Hinek hene hêza xwe ji milê mêrê xwe digrin,Le zû ji hêz dikevin. - Ku du çavên baldayî hebinDijminatiya jinan a ji hev reEw dem dest pê dike,Lîstokeke jiberkirî ye,Mirazek mîras maye ji wan reBêhemdê xwe dilîzin. Rabe ser xwe, wê jar û nexweşiya r…
Şiiri Oku →✒ HelbestDudilî
bi bêhna jiyaneke dinnêû bi ser min de negrî.çavên min ji ber lehiyekêji min re mane.hêsrên mintêra şûştina şopên van kolanan nakin êdî nê,hesretên çolistana tiliyên minbi şopên xwe yên derewîn neherimîne. nê,jixwe lêvên te wek devên du meqesan eher …
Şiiri Oku →✒ HelbestArkeolog
"Ji bo Mihemed şêxo" Dengê te yê nexweşokîArkeologekî biserketî yeLi ser birînên rihê minHer tim dikoleûHinekî xwelîya goristana dilê minDimîneLi ser pûşîya reş a li ser dengê teHêsirên min îşev ji dengê te radimûsin.
Şiiri Oku →