Ana Sayfa › Şiirler › Ji Anatomiya Jinekê (Dersa Sêyem)
✍️
ŞİİR

Ji Anatomiya Jinekê (Dersa Sêyem)

Gulîzer
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Anatomiya Jinekê (Dersa Sêyem)

- Hinek hene hêza xwe ji milê mêrê xwe digrin,
Le zû ji hêz dikevin.

- Ku du çavên baldayî hebin
Dijminatiya jinan a ji hev re
Ew dem dest pê dike,
Lîstokeke jiberkirî ye,
Mirazek mîras maye ji wan re
Bêhemdê xwe dilîzin.

Rabe ser xwe, wê jar û nexweşiya ruhê xwe biherikîne bi ser jiyanê de.
Wê jî biêşîne wek xwe.
Yan jî wek jehra di taseke zêrîn de,
Yan jî di nava sêveke renghinarîn de dirêjî jiyanê bike.

Yan jî li serê xaniyekî herrî an jî balqoneke bi binevşan
xemilandî bera ser jiyanê bide.
Jiyan jixwe wek bûkek e
Her tim daw bi sîwan
Her tim dest bi sîwan
Hew li taxên avreşandî digere.
Bê xem e.
Jehra te an li ser bibare an nebare.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.