Ana Sayfa › Şiirler › Bêjing
✍️
ŞİİR

Bêjing

Gulîzer
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bêjing

(Bêjinga pîra demê pirr hûr e. Kêm tişt li ser dimînin.
Azmûneke wek pira siratê ye. Tiştên li ser bimînin
xwe li mayînê, tiştên li bin bimînin xwe li nemanê digirin)

Dilê xwe dikim destar
Bîranînan dihêrim.
Bi jinaniya lepên demê
Li bêjingê dixim
Tiştek kêm nabe
Ji te, ya li cem min.

Erêê rast e
Ez ne jin bûm;
Tune bûm
Ji hesreta te re.
Lê
Dem jî jinkok derdikeve ji evîna te re
Berevajî diherike
Her dem zêdetir dike
Hesreta te.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.