Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Bêbextî
🎵
🎵
Şarkı Sözleri
Li min bihûrîn gelek sal û dem
Li min kom bûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êş û elem
Tenê hiştim vê bêbextiyê
(Koro)
Zeman û yar li min bûn yek
Li dora min çê kirin xelek
Li min gerandin çerxa felek
Tenê hiştim vê bêbextiyê
Naçin ava ev roj bûne sal
Sal dirêj in ez kirime kal
Bi ciwanî daye min gopal
Piştxûz kirim vê bêbextiyê
Hêsîrê dahfa ber delav im
Qels im, êdî bêpesin û bênav im
Por çû, çav çilmisî û rûxav im
Ez hejandim vê bêbextiyê
Gotin: Hekîm Sefkan
Meqam: Aram Dîkran
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum