Şarkı Sözleri
Ax wayê dilo yo yo...
de lo lo yo yo yo...
qulingo mala te xira be mi ji te ra nego
li serê mi waha meke fena te nînî
fenanî qulingê Serhedê ji xîmê binê beriyê radibî serê qanatê te bi çamûr in kokê qanadê te şikestîne
tu qanadê xwe vemeke çepilê xwe bi ser mi da mehejîne de rab serê qanatê te bi çamûr in kokê qanadê te şikestî ne tu qanadê xwe vemeke çepilê xwe bi ser mi da mehejîne tu nizanî her çar rojê felekê tim û tim cara weke hevdu nîne felek bavê kesî nîne ji êvarê heyanî sibê bi kesî ra nadomîne ocaxkoro ji derdê dilê xwe ra mebêj
birîna dilê xwe ra meqingîne ez dizanim serê dilê te bi kul e
binê cîgera tebi birîn e her sê mehe havînê cî û mekanê te Serhed e
mêrg û çîmen in çem û çevkanî ne
her sê mehê zivistanê sekna te qoce Mêrdîn e
mala te xira be tu vê sibengê ji xwe ra radibî ji hafa vê Mêrdînê
tu rabe emê bi destê hevdu bigirin
xwe berdine ser ocaxa Şêx Badîn e
belkî ji ba Xwedê da ricaçî be miradê miradxwaza hasil bike
miradê min û te va bi tevahî biqedîne tu rabe ji hafê vê Mêrdînê mala te xira be hêlîna xwe çêbike
qarişî bejin bal û timtêla mi keçikê li Bircê Kela Koroxlî
gelo ji xwe ra li hafa şaneşînê
Xwedê di van sal û zemanê xirab da merû neke tora te sêrbazê, te qecerê, bavecemê, dilgawirê, derewînê tu sêr bike qijika malxirab xwe da ser darê hêlînê
ji êvar da bi heftê û du zimana tew tew dikir digo lebê belê mi bi çavê serê xwe dîtî devê xwe kir kewa birînê
hayê li min wayê li min ax way ax way dilo ê sewdaliyo dilo
Qulingo mala te xira be mi ji te ra nego fena te nîn tu li serê min waha meke
hey malmîrat fenanî qulingê Serhedê
ji xîmê binê beriyê radibî
serê qanatê te bi çamûr in kokê qanatê te şikestî ne
tu qanatê xwe vemeke
hey malmîrat çepilê xwe bi ser mi da li ba meke
de rabe yê ocaxkoro gelo vê sibengê serê qanatê te bi çamûr in tu qanatê xwe vemeke çepilê xwe bi ser bi ser mi da li ba meke tu nizanî her çar rojê felekê tim û tim cara nabe yeke
her sê mehê havînê cî û mekanê te Serhed e mêrg û çimen in çem û çevkanîn in
her sê mehê zivistanê tu sêr bike te vê sibengê
sekna te qoce Siwêrek e ocaxkoro tuyê bi malê dinyalikê guven mebe bi genciya xwe fexrê meke
tu nizanî ewê her du dila her çar çava ji hev diqetîne pişta meriya çil û çar ciya dişkênîne
hey malmîrat dîsa sona me qoca felek e
wayê li min wayê li min ax way ax way dilo ê sewdaliyo dilo.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum