
Şarkı Sözleri
Eman weri weri li min li min
ax lawiko lawiko lawíko
lawiko lawiko húy hûy lawík e
berxê sibe ye delaliyê dilê mi lawik i, biçûk e
xişim e, nezan e fenani mewija kij a bé dendik e
ezé rabim deste delaliyê dilê xwe bigrim
ser şexsan û zareta bigerinim belki ji ba Xwedê da ricaçí bin miradé miradxwaza biqedine bi tevahi
miradé mín ú delaliyê dilê mi hasil bike
lo delaliyo gili gazín ú loma ji mi neke
vé síbengé tu déhna xwe bidé malxirabo heya li dunyayê çiqas hebe
vé síbengé ruhê xwe réka te da feda bikim ji bona mi keçiké pir rindke
lawiko lawiko lawiko
lawiko lawiko húy húy lawik e
gidí sibe ye delaliyê dilé mi sekiní zozané jorín gelo li ber hol
sér bike pêşa çidari jor da berdabú ser rûkê qonderê berxo rúké sole lawik ez bi heyran dérisé gunda da te ez din û har dikirim
kirime casúsa seré rêwan û dirba
koçera serê çilan û çiya ji kefé ra berdame çolé
lawik ez bi heyran dérisé gunda da
te ez din û har dikirim ji kêfê ra berdame colé sed wehde li bedena mi ketibe mi sond xwari
dérisé gunda da terka delaliya dilê xwe nadim
heyani navé mín ú delaliyê dilê mi bi hev ra dernekeve li bajara vé Stambole
lawiko lawiko lawiko
lawiko lawiko húy húy lawik e
Eman werî werî li min li min ax lawiko
heyran sibe ye lawikê mi sekinî li zozanê jorîn gelo li ber bedenê
sêr bike rêşiyê şarê gulikê egalê ketibû ser xala qirikê
nemînim berxo vê gerdenê
lawik ez bi heyran mi sond xwarî
dêrisê gunda da terka delaliyê dilê xwe nadim
ezê bi destê segvanê dilê xwe bigrim
çend rojeka bigerim li welatê xerîbiyê li vê Yêmenê
çend rojeka bigerim li germ û germistana vê Edenê lawik heyran mi sond xwarî bi sonda qesemê
dêrisê gunda da terka delaliyê dilê xwe nadim
heyanî navê min û delaliyê dilê mi bi hev ra dernekeve li bajara vê Edenê lawiko lawiko hoy hoy lawik e
bê delaliyo sibe ye mi nizanîbû dêrisê gunda da dilê rezîl lo dilekî wa ye eger mi bizanîbiya dilê rezîl dilekî wa ye
ezê bigeriyama dewrana di dunyayê li ba merivkî zanayî şarezaye seb xatirê dilê rezîl mi serê xwe nedikire tu qeda gidîno tu belaye
lawiko lawiko lawiko li min...
lawiko lawiko hûy hûy lawik e.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum