Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sosin û Ferzê 1
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Sosin û Ferzê 1

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

lo ho lo Rebî ax lo lo Rebî...
ax lo lo Rebiyo
Lo lo kuro gelo çemê me bişewite ne Mûrad e, lo bi Heftreng e wey bêbexto kavilê gundê me bişewite ne Mûrad e, lo bi Heftreng e tu sêr bike Heftrengê malxirab ji êvar da rabiye
bi ser me da kalekal e gimegim e, lo nade deng e hewar Xwedê tu sêr bike Gulê digo Sosin xweyê
tu rabe gustîla nîşaniyê ji tiliya Sosina xweynga mi ra anîne çi bikim mêrê wê bê dil e hewar Xwedê
gustîla nîşaniyê ji tiliya berxa mi ra teng e,
lê lê berxê hela rabe
Gulê dibê Sosin xweyê mi îro ji êvar da ev çi yek bû
li te nema gelo sûret û renge
wayê wayê wayê...
wayê ax ez gune me
lo lo Rebî lo Rebî hê hê hê hê
wey Xwedaho ho bê Rebiyo nez gune me
Lo Xwedao gelo ez gune me
ez ji xwe ra dêrisê gunda da şîwar û şerpeze me Gulê digo Sosin xweyê tu sêr bike ji gavê din da
tu dêhna xwe bide şairê rû dunyayê
dibê gelo xelk bû harisê mal û hal û temelê dunyalikê
malxirabê ezê bûm harisê bejna zirav
porê serê Sosin fenanî pûrta teyrê tawis
gelo dîsa bi aşiqê bejn û bala Sosina xwe me
bê Rebiyo lo çiqa zulm e
Lo lo Rebî ezê rabim îro ji gundê Xelê
ji xwe ra meş kim tu sêr bike çûme şewitiya Kilindor bi mêvanî

mi dî gelo Sosinê ji mi ra dewsa paşîvê da
wele gelo şîr û şekir danî
berxê ezê bi te kim tu Rebî dihebînî
gilî gazin û loma ji mi neke
ezê teyrê ser milê qîzan û bûka bûm
wele gelo malxirabê tu sozekî didî wa bide
gava nadî ez heftsala di dêrisê gundê we da bimînim
ji xwe ra bi rêncberî berxê ji xwe ra bi şivanî
hûy hûy bê Rebiyo çiqa zulm e
Lê lê berxê tu sêr bike çi newala li orta Kilindor gundê Xelê wele vê sibengê Gulê digo
bejna Sosin zirav e ji tayê rihanê ji têla vê xerdelê
berxê gidî temiya mi li te be ezê bi te kim tu Xwedê dihebînî
yek siwalek ji te ra dibêm yanî bêje na
hewar gidî yanî ji xwe ra bêje belê
malxirabê gelo xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqa te narînê bejna zirav gelo timtêla kelê bê Rebî çiqa zulm e
Sosin dibê lo lo şairo vê sibengê malxirabo gelo
dilê mi keçikê fenanî belekiya berfa Kurtikê çiyayê Mûşê
hey bêbexto gelo vê sibengê tu were qasekî rûnê li ber sîka bejna mi keçikê
bejna te kin e ne dirêj e ez ji te ra sond bixwim
xwe bide ber sîka mi keçikê mi tev telûşê
hey bêbexto mi sond xwarî tu cara terka bejna kinik nadim
ez ji te ra sond bixwim heta mi nedine mêra
ez destê xwe nedime ser dara bêşiga vê dergûşê
hewar Xwedê heya dunya xweş ava be
dêrisê gunda da bêje ez dimirim ji bona te nazikê te narînê hewar Xwedê gelo te çavreşê, qereqûşê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.