🎵
ŞARKI SÖZÜ

Sînem

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sînem heyran ji bo na te bihebînim bajara Miksê gidî gelo mehela ay ay ay w'em tê da ne.
Ez bi heyran tu rabibe vê sibengê binyêda deşt û zozan e serpedê zozan û çîya ne. Sêr bike gul û fîdan e tê de hêşîn bune komê kokên hemûyanî di erdê da serê wan li hewa ne.
Te nego feqî gunehe fenanî masîyên di binê behran e gelo ve sibengê bi kitêbê xwe danîye li mêze kirîye her sê li jor be serê canik û camêra.
Sebrê gelo min li jêr mêze kirî temam yazî û qederê (di) Xuda ne yaw yaw ax ayê.
Sînem heyran ji bo na te bihebînim bajara Miksê gelo mehela ca li nabe.?
Sêr bike gerdenîya ustiyê Sînema min vê sibengê zîv ê zelal e bi zêr kezane?? bi ser sebrê delalîda girt xunav e.
Hela tu bala xwe bide vê sibengê gidino gelo te nego feqî guneye fenanî masîyên di binê behra.
Av li ser dimiçiqe/bimiçiqe li bajara Miksê de ji xwe ra wax dike ji bo qulmek av e.
Sînem heyran ji bo na te bihebînim bajara Miksê gidî gelo mehela me hê carek dibe buhar.
Mi dî pelê gulê û binefşê jor da ketibû li ser pelê dar.
Sêr bike vê sibengê te nego feqî gunehe vê sibengê di bajara Miksê de fenanî masîyên di binê behran da.
Av li ser bimiçiqe ji xwe ra wax dike/bike ji bo na qulmek ava sar min nizanibû feleka me xayîn e bi mi ra Sînema delalî re nagimîn e (guman: bêguman)???
Li bajara Miksê de dîtina min û Sînema delal ji xwe ra heywax li min kir yek car.
Sînem ez bi qurban hela tu rabe gelo diçûme bajara Miksê mehela me hê carek bîst û şeş e.
Ez li derê hucran feqîyan û mela ra derbas dibûm mi dî ji gavê din ra dinivîsin cotekê li ku ferş e.
Hey malmirat mi nizanibu Sînema min a delalî pir bedhal e pir nexweş e tu sêr bike vê sibengê mal xirabu li vê bajara Miksê da
Tembê (tembih) bidime mişkan û mara bila vê sibengê mal xirabo tu dêna xwe bide li bajara Miksê da
Di seatê dinê bi şûna Sînema delal teru teslîmê qebra reş û tarî dibe ji xwe ra xirab neke cotê aqrebê reş e.
Sînem ca tu rabe çi dewran e çi dem e bejin ji kela Dignisê(???) sing sipî ji qumaş ê ecem e.
Lewra tu şêxê min î ez muridê te me tu seydayê min î ez (oxtayê???) te me di meha Remezanê de fitra serê te me tu sêr bike ji bo na Sînema delal î li bajara Miksê me.
Heywax li min gelo vê sibengê ez şerpeze me.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.