Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Zera Mele
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Zera Mele

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê Zerê ca tu rabe ji gavê din da mi dî te xwe dabû banê qesrê zalimê gelo li ber pencerê
were ye ye were ye ye...
yê ye ye were gewra mi were
Zerê mi ji te ra nego îro ji gavê din da
mi dî tu senî li banê qesrê xwe dabû ber pencerê
bê qewlê bê qirarê tu sêr bike ji gavê din da ew çi derba xirab bû te li mi xistî vê sibengê derba kêrê, tîra vê xençerê
lo lo gundo tu xira bî
bira destê mi bi destê Zera Mele biketa
çavê mi bi çava biketa
minê destê xwe bavêta desta
devê xwe bikira xal û xetê di gerdenê bêçiyê xwe biavêta ber qaşa vê kemberê devê xwe bikira nava cotê zer bistana
gidiyê tu sêr biki bira li ser serê mi bibiya xirtîna kêr û xençerê tu dêhna xwe bidê ji kêfê ra bira goştê mi biavêtana be cercerê minê dîsa bigota gewra min î Zerê
nemînim ax nemînim nemînim...
ezê li piştî Zera Mele tu sêr bike vê sibengê malxirabo
tu dila li dunyalika derewîn wê lo nahebînim wa ax hê
Ê le Zerê bihar e malê me danîne zozana li bêdera
de lo lo gundo tu xira bî tu sêr bike
malê me danîne zozana li çiya û banî li piştî mala nav bêdera kawa min e kubar e nazik û nazenîn tu sêr bike
gavê din da cotek elbê toqatî avêtî zendê zerbadayî berê xwe dabû bêrîkê bêrîvanê
gelî gundî cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
ji mi turê mala xwe barkirî ji xwe ra bûbû koçera nav koçera sebrê te çima dile mi kirî meskenê kulan û derdan û kesera ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê

heya dunya xweş ava be ezê li piştî Zera Mele rûnêm ji miskînê heramê mêra ra ji qîz û bûkê xelkê ra bibêjim berxê hûn ne ji vir in di ser mi ra barbikin ji van dera gundo were gundo tu xirabî gundo gundo gundo hele tu sêr bike ji gavê din da
minê bala xwe didayê dêhna xwe berdayê
dêrisê gundê me da naxwûni şalûl û bilbil tu sêr bike pepûk e gundo tu xira bî
çavê xwe digerînim nagerînim
ji xêrê Zera Mele nabînim qîz û bûkê di çê jinê rindo
Lê lê Zerê lê hê lê muhubê sibe bû malê me danîne li çiya û li zozana
sebrê tu sêr bike zozanê li hember e wê li hember e
herçî kesê şûşa orta dilê min û Zera Mele bişkêne
ez ji te ra sond bixwim bê şik û bê şubhe
ne ji ometa Mihemed Mistefa Pêxember e
ezê rica û dîlegê bikim ji Rebê Jorîn, ji Resûlê Ekrem ji pêxember e belkî salê carek afatek bi ser da were
gundo ho tu xira bî tu sêr bike vê sibengê Zera Mele sekinî xwe dabû derê konê Erebî lixwe kiriye vê sibengê şam û qutniyê Helebê sêr bike gelo li ser bejna tenik û zirav
ji xwe ra kesk û sor û zer e,
sebrê ezê qasekî meş kim kanya binya mala
bi awirê çava bi qinyatê dila bi îşaretê desta bang te bikim
tu Rebî dihebînî gelo tu ji xwe ra meskin
berjêr meş ke were were ax were were were.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.