Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Yar Yar Kawê Kubarê
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Yar Yar Kawê Kubarê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax yar yar yar yar yar yar...
kawê kubarê tu rabe gelo vê sibengê çavê te reş û belek in ji çavê van xerdela,
le serê memikê te sor in binî spî ne
fenanî vê sibengê malxirabo sêvê ji sêvê Artemêtê
ne wele pûrteqalê Dortyolê
hêşîn bûne gihîştine fenanî bêxwedyê van qeysiyan û zerdela lawiko temî weyseta mi li te be
tu tu cara vê sibengê malxirabo bi ilmê xelqê nexape
lo lo kuro lo hoy oy...
berê xwe mede vê sibengê malê şêxan û mela
wê serê te bixine tim û tim cara qedan û bela
wey Xwedê bi Rebiyo wa li minê lo çuqa zulm e
Yar kubarê mi ji te ra nego gelo vê sibengê ezê navê te nizanim
vê sibengê bi te ra bi şîrînî bi ezîzî bang te dikim
dibêm kewê gozelê lê kubarê
tu rabê malxirabê vê sibengê bavê te alim e alimekî derîn e
çima te wisa kiriye vê sibengê fenanî sêva serê darê
malxirabê çend salê mi temam bû ez xapandim,
vê sibengê herkes darê xwe davêjin
nizanim bi qismetê kî be bi darê kî ra werê xwarê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê,
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê
ez tu cara gelo vê sibengê bûme bekçiyê ber derê mala bavê te kubarê
ezê ji xwe ra bekle bikim ji sibê heyanî êvarê
lo lo Rebî hîhî hûy ûy were hûy ûy...
wey Xaliqo bi Rebiyo vê sibengê çuqa zulm e
Go lawiko hela tu sêr bike
malê me danîne zozana zozanê li vî kirrî

lo bêbexto tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo tu were rûnê li vî konî li vî hundurî
qasekî bi mi ra têr mijûl be
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê,
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê
gelo vê sibengê bi serê kalê xwe kim
ew gotina te ji gavê din da ji min ra gotiye ocaxkoro fenanî kêr û bîçaxê xwe hilînî
wey malxirabo can û cîgerê mi ji kêfê ra tu bibirrî lo lo Rebî lo Xwedao bê li minê lo çuqa zulm e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.