Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Sosin û Şahê Dengbêja
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Sosin û Şahê Dengbêja

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sosin divê berxo derdê dilê xweyê lo mi giran e
lê lê berxê tu rabe vê sibengê
ez û tu va emê qasekî bibine çûçika serê rê û lo bi dirban e tu nizanî kaviliyê gundê me ji bona Ferzê bû dikan e mala te xirav be hela rabe ji eşqa te gulîbira Xwedê
îsal pê ra hatî li kaviliyê gundê me da berxo lo bû şivan e xweyê tu bidî xatirê Resûlê Ekrem, Rebê Jorîn, mîrê di mîran e tuyê şeva îşev şahê dengbêja, gula govenda, berdevkê mîran û hakima teyrê ser milê qîzan û bûka, kewê gozelê gogerçîn
bigirî bikî mêvanê memka ne
Gulê digo Sosin xweyê
ezê li dîharê Kilindor ketim bi kereng e
ez ji te ra sond bixwim ezê şevan û roja
bona xatirê Şahê Dengbêja, Kewê Gozel xwe dixemilînim reng û bi reng e cotê zer guliya ser pişta xwe da berdidim, berxo lo peng bi peng e qîz û bûkê êlê tev diçine di bêrîkê
ezê ji bona xatirê çavê te, dev û lêvê şekirî
gelo ji xwe ra dimînim bi şûnda diçim lo pir dereng e
berxê dînê şevê van kewê gozel li dunyayê pir gelek e sibê nava kavilê her çar gundê dor Heftreng da bibe nav û lo berxo bibe deng e
Gulê digo Sosin xweyê gelo wê çewa be gelo wê çewa be berxê dînê gelo vê sibengê dilê rezîl ketiyê
dikim nakim lo çare nabe,
hela bala xwe bidê vê sibengê malxirabo
ro li muhuba dilê rezîl nabe
gelo vê sibengê Kewê Gozel, Şahê Dengbêja malxirabo ji eşqa dilê rezîl dimire berxo wê li me wenda be
her çar gundê dor Heftreng da
tu dêhna xwe bidê bê Kewê Gozel tu car nabe
Ferzê digo bêbavê te dilê mi kiriye fena gurzek gihayê kode

li bêlanê bilind agir pê keve, berxo lo ax lo ba lê rabe
Sosin digo berxo te dilê mi kiriye fena gurzek kode ba lê rabe ew qedera ku Rebê Jorîn padîşahê pir adil ba xwe da neke tu malxirabo sofiyê Şex Evdila yî
tu nizanî tu cara çare mimkûn nabe berxê lê lê...
Ferzê digo vê sibengê malxirabo tu dêhna xwe bidê
emê qasekî pezê xwe berdine zozanê jorîn li serfêzê
emê ji xwe ra rûnên Xaliqo Rebiyo li nava qîz û bûkê êlê
gelo li serê ji xwe ra rêzê
ezê bi destê Sosin bigirim qaskî bi meş kin li geliyê jorîn li tew rêzê
berxê hela rabe emê bi destê hevdu bigirin
xwe bavêne şewitiya Xaliq Rebiyo, bê Çarxûniya
ber bextê mala Heciyê Kêrsê gundo lo yo...
Ferzê digo lê lê Sosin berxê ez ji te ra sond bixwim malxirabê ez Ferzê me malxirabê ez şair im şairê rûdunê me
Xwedê xira bike gelo ezê vê sibengê gula nava gundê di Xelê me malxirabê ezê tu va qasekî bi destê hevdu bigirin
meşmeş bikin devê Heftreng devê çêm e
bêbav dînê ezê ji bona Sosin bûme şivan
îro ji xwe ra li Kilindor bi tenê mame dêhna xwe bidê terim tême lo yo... ax lo yo ho yo yo...

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.