
Şarkı Sözleri
Le hê hayê hayê hayê...
sibe ye Qudretê bi sê denga bang dikirî go de lê lê Muhbetê korê bi nemayê sibe bû minê li dîharê Kelê bi Kopê Mûş û Melazgirê, Xinûsê diketim
minê li qêrînê li qûtînê li hewarê li gaziyê tu sêr bike li vê zulmê wa zilaletê kesekî xwedanî xêra tunîne
cuwabekî bide Seyîdê Nêriyê bê erê Seyîdo te ocaxî koro tuyê li wî kevirî çi sekiniyî
bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê dîrega dînê Îslamê
Teyrê Îspirî sibengê tu sêr bike
li bajara Diyarbekir girtin
tevî dusid suwarî ji êvara Xwedê da avêtin vê nezaretê
ez nemînim nemînim nemînim...
li piştî bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê
dîrega dînê Îslamê, Teyrê Îspirî vê sibengê
cotê galoş potînê Diyarbekirê neqetînim neqetînim dayê
Le hê hayê hayê hayê...
Qudretê bi sê denga bang dikirî
go de lê lê Muhbetê korê bi nemayê sibe bû ezê li dîharê Kelê bi Kopê Mûş û Milazgîrê diketim vê sibengê tu sêr bike li qêrînê li qûtînê li hewarê
li gaziyê li vê zulmê zilaletê wa guhdarî kir kesekî xwudanî xêra tunîne
cuwabekî bide Seyîdê Nêriyê
bê herê Seyîdo te ocaxî koro tuyê li wî kevirî çi sekiniyî
bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê dîrega dînê Îslamê Teyrê Îspirî birin Diyabekira şewitî
sêsid suwarê me Hesena
sêr bike îro ji êvara Xwedê da
rêka Îranê ji xwe ra li me nîvî kir
kê û kê kir, agirê kulê bikeve mala Misto Kemal Reîsê cumhûrê kir
bi destê bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê dîrega dînê Îslamê Teyrê Îspirî girtiye li sûka bajara Diyarbekir
sed siwarê bir ber daraxacê
dusid suwarî dane destê Huruman û Tatan û Laza
serê van şêxan û murşîda ji xwe ra bi balta jêkir nemînim
ez nemînim nemînim...
li piştî bavê Şêx Elî Riza şêxê îrşadê dîrega dînê Îslamê Teyrê Îspirî
cotê galoş potînê Diyarbekirê ji xwe ra neqetînim neqetînim dayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum