Xelil Xemgin
ŞARKI SÖZÜ

Dunya

Xelil Xemgin
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Weke herkesî bê derd, ez hatim dinyayê
Min bîr bir û derd civiyan, min xistin tayê

Ez neketim xem û taya malê dinyayê
Ketim derdê rizgariya ji vê belayê

War û welat çand û xweza diçin nemayê
Her kes qayîl e, ker û lal e, tu deng dernayê

qayîl nebûm bi vê rewşa bê pêjin û gêj
Min tirs şewitand, kire ardû berda ber bayê

bûm wêriya warê tirsan, çûm û rê dirêj
çar hawîrên min bûn kelem, min guh nedayê

yar nebûn û neyar pir bûn, min berneda rê
ji bo bişkînîm stûna konê cefayê

bûm dengê qêrîna milet, gaziya axê,
bûm dengvedan û ketim guhê dinyayê,

ker bûn, alê dostaniya mafê mirovan,
hejiyan li ber alên şewata xwezayê

ji bo bibirrin dengê min, li min hatin hev,
min dîl revandin, anîne vir nava deryayê.

Helbest: Hekîm Sefkan

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.