Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hatiye Nivîsandin
Xelil Xemgin
ŞARKI SÖZÜ

Hatiye Nivîsandin

Xelil Xemgin
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hatiye nivîsandin hê
Li ser bedena çinarê
Li kenara reşbirînê
Li ser destikên xencerê
Li ser lêvên wan şehîdan
Li keviya vê cegerê
Li ser tîrêjên tên ji rojê
Ku davêje yê pencerê

Li xwîna xort û keçan
Li kozik û li çeperê
Li rabûna wan bindestan
Li ser devê mawîzerê
Li zîndanên reş û tarî
Li ser basikên qemberê
Di paxila jiyanê de
Ketiye li ser kemberê

Lî ser dilêm şax vedaye
Mîna vê kul û kederê
Li ser şaxên dar û beran
Li ser pêlên kineberê
Wekî rehê firezê ye
Belav bûye li her derê
Li ser lat û zinaran
Hersan dide ye henerê

Gotin: Mihemed Elî Heso
Muzik: Xelîl Xemgîn

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.