Ana Sayfa › Şiirler › Ey Xwedê
✍️
ŞİİR

Ey Xwedê

Bahadîn Robar
Sevgi👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Ey Xwedê

Herdu çavên evîndar bircên kelhan in
Jîn û jiyan li navbera awirên wan in
Ma ji çi re ye evîna bê şewat û bejî
Evîn xweş e ku dil pevre bisojin weke rejî
Ger evînê dil kêşiya nava germa cengê
Lingên siwar nakevine rikêb û zîn û zengê
Cerg û hinav ji kul û xwînê dibin tejî
Ku evîndaran çingal avêtin hiş û mejî
Bêhna yaran nefes û nûr û jîn e
Yê evîndar diltalanê weke Mem û Zîn e
Ken û bişirîn heram dibe, cîhan dihejî
Ku herdu sotîdilên kebabhinav pevre nejî
Sotîdilê hezar sale bi şev û roj nalenale
Çendî Mem û Ferhat û Derwêş bûn pale
Mîrê miradan xwe veşart li bin tayê hejî
Dilo tu çilmisî wê kengê ev giyan dîsa vejî
Vejîna evînê li ser singek aram û azad e
Arîn û Barînan dil û beden kirine serad e
Ey Xwedê tu carekê bext bide me jî
Bila ji cure Kulîlkan gulîstana me jî vejî

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 112, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.