Ana Sayfa › Şiirler › Ez Bikirê Te Me
✍️
ŞİİR

Ez Bikirê Te Me

Bahadîn Robar
Sevgi👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez Bikirê Te Me

Dil dixwaze li te bibe mêvan
Ji bêhn û rengê nêrgiz û sorgulan
Bi tevî dengê şalûl û bilbilan
Ez bikirê te me ey gulîstan
Ligel Mûnzûr û Ferat, Bestan û Zîlanan
Bi Cûdî û Gabar, Herekol û Sîpanan
Bi tevî alal û sosin, berfîn û şîlanan
Ez bikirê te me ey Gulîstan
Bi çem û newal, co û Robaran
Bi gul giya, lale û lalezaran
Tevî deşt û çiyan, mêrg û pesaran
Ez bikirê te me ey Gulîstan
Berf û baran, tevî sir û cemedê
Hewlêr û Qamîşlo, tevî Mehabad û Amedê
Botan û Xerzan, tevî Dêrsim û Serhedê
Ez bikirê te me ey Gulîstan
Bi gelî û çiyan, deşt û zozanan
Ligel êl û eşîr, hoz malan
Bi tevî hunermend û dengbêj û hozanan
Ez bikirê te me ey Gulîstan

*24.04.2012 zindana Amedê
*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 73, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.