Ana Sayfa › Şiirler › Di Nav Koma Diza Me
✍️
ŞİİR

Di Nav Koma Diza Me

Cegerxwîn
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Di Nav Koma Diza Me

Bi rêz im ez, li ber rêza reza me,
Dizanim, ko di nêv koma diza me.

Dizanim ez, dibênim ez dizê xwe,
Nikarim ez biparêzim rezê xwe.

Dixwin hawîr, li wan ez xweş dinêrim,
Dizanim, ko dixwin, lê ez newêrim.

Dikim qêrîn, dikim hawar; werin wan,
Weza me ez, dibêjim: Win herin wan.

Rezê min tim dixwin dijmin ji hawîr,
Mezel wêran e îro, wê çi kin qîr?

Dizanin, ko xwedî qels e, nikarî,
Ji lew têne rezê min ew bi harî.

Ku çend sunbil ji yek katê diçin der,
Ne wek hev tên, ne wek hev yekber û ser.

Hinek jê pir bilind û sergiran in,
Hinek jî hêj giya ne, pir ciwan in.

Eger çendek ji wan xurt û bilind in,
Ewên dî qelsetan e, ko ne rind in.

Di jînê de heçî xurt e diçî jor,
Heçî qels e, li vî aşê me bê dor.

Heval meyza bike, ko Kurd dibêjin:
Ku ev gotin ne îro ne; ji mêj in.

Mirî dimrî, tu jî wek min dibênî,
Ku malê wî ji zendî re dimênî.

Heçî darê wî pir xurt û sitûr e,
Li vî aşî, ku arvanê wî hûr e.

Li vê dinyê çeka mêra ye zor e,
Heçî ko ket, tu pê lê ke, bibore.

Heta qels û weza bî tê wiha bî,
Nezan û jar û qels û tim geda bî.

çeka qelsan: Xwedê jê re nehêlî,
Eger qels î, li nav xelkê xurêl î.

Eger bimrî, genim xurt bî, rewa ye,
Di jînê de heçî jîndar weha ye.

Eger rast e, dixwazî xurtemêr bî,
Divê rabî, wekî gernas û şêr bî.

Bi gernasî herî cenga neyaran,
Bikî qêrîn li ser şax û diyaran.

Birader, ger ji Seyda win dipirsin,
Divê carek ji dijmin win netirsin.

Mirin yek car e, nabî do û sê bin,
Win ê bimrin, li vir bin, yan li wê bin.

Mebêjin bê heval û dost û pişt in,
Bi gernasî gerek em bêne kuştin.

Bibin yekperçe û yek xêz û yek bend,
Tenê hevsar bi destê yek hinermend.

Divê ew jî ne paşa û ne ser bî,
Ne jî wek min xwedî zêr û zeber bî.

Divê zana û jîr û pir şiyar bî,
Hemî millet ji wî re dost û yar bî.

Di gel wî çend mirovên zane û jîr,
Xwedîrêz û xwedîbext û xwedîbîr.

Li ser destûreka nûjen herin pêş,
Ji hawîr ve, ku av tê tim li ser êş.

Hemî gernas, hemî rêzan û dûrbîn,
Ji kû bênin mirovên wekî Cegerxwîn?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.