Ana Sayfa › Şiirler › Êlperestî Nexeşiyeke Dijwar e
✍️
ŞİİR

Êlperestî Nexeşiyeke Dijwar e

Cegerxwîn
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Êlperestî Nexeşiyeke Dijwar e

Kurdo bes e şiyar be!
çi Millî û çi Kîk î?
Perçe perçe weza ne,
Wek, şemikî, Elîkî…

Vaye em bûne millet,
Naxwazin êlperestî,
Divêm, her yek nekêşe,
Ji bo xwe ew serîkî.

Di ber xwe re meçe, ko,
Tu gernas û egît î,
Tu zarok î, nezan î,
Biçûk î, hêj firîk î.

Zû nûjenî bixwêne,
Bes e kevneperestî,
Tu guh mede melakî
Tu guh mede feqîkî.

şeyx û mela neyar in,
Li ser me tim siwar in,
Malê me tev de xwarin,
Ji wan re xweş berîkî.

Hezar sal in xulam in,
Li Bêrût û li şam in
Qaza xwe tim didin wan,
Nadin me ew perîkî.

Tu rencberê diza ye,
Li ber werz û reza ye,
Xwedanê qad û pawan,
Her yek li ber derîkî.

Destê wan radimîsî,
Rast e wilo tu pîs î,
Tu wek ben û werîs î,
Di destê serserîkî.

Ji dijmin re tu rencber,
şiyar bibe xwelîser,
Tu karker î li her der,
Ji kê re wer xerîk î?

çiman her dem li jêr î?
Gelo ji kê newêrî?
Min go: Belkî tu şêr î,
Lê xuya ye pisîk î!

Bi dest tene av û zêr,
Bes dakeve tu berjêr!
Dest bavêje li ser dêr,
Da zanibin tu Kîk î?

Mebêje serfiraz im,
Zana û hîlebaz im,
Dixebitin roj û şev,
Malê me ew dixwin tev.

Ji dijmin re tu baş î,
Tim rencber û qeraş î
Negerînî vî aşî,
Kî yê wan wer xwedî kî?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.