Ana Sayfa › Şiirler › Ji Bin Destan Tu Derkev
✍️
ŞİİR

Ji Bin Destan Tu Derkev

Cegerxwîn
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Bin Destan Tu Derkev

Ey sergiranê Kurdan, bin dest û dîl e Kurd tev
Giriyê me tê li ser we, xew bo me nîn e her şev

Li nav êl û eşîran her yek ji we wekî şêr
Lê ku diçin serayê tev bêziman û bêdev

Wellahî pir ecêb e hûn vî malî dikin kom
Bêtac û bêsera ne, ji bo dijmin didin hev

Her yek ji we dibêjî ez hevalê filan kes
Guh medinê tev neyar in, ji bo me re ew û ev

Malê xwe tev bela kin, ji bo serbestiya Kurd
Xwîna xwe tev birêje, ji bin destan tu derkev

îro roja welêt e, pêş ve herin wekî şêr
Jîn bo we pir seza ye, pir şerm e bo me ev rev

Cegerxwîn tim dibêjî, serbestiyê dixwazî
Di vê rê kirye gorî, mal û canê xwe wî tev.

*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 7, tirej.info
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.