Ana Sayfa › Şiirler › Kî Hilgirî Vî Barê Min
✍️
ŞİİR

Kî Hilgirî Vî Barê Min

Cegerxwîn
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kî Hilgirî Vî Barê Min

Qet nerm dikî dilê neyar
Ev gazî û hawarê min?
Piştxûz e, barê min giran
Kî hilgirî vî barê min?

Her roj û her êvar û şev
Hawar û nalîn tên ji dev
Guh nadine dengê me tev
Heval û hem cînarê min

Kurdên nezan û rê nenas
Jar û reben, birçî û xwas
Petrol di bin de, bê kiras
Nabênî xweş vî karê min

Bi dest neyar top û tiveng
Bi dar dixwazim herme ceng
Hawar dikim, qêrîn û deng
şikestiye ev darê min

Gazî dikim Kurdên xewar
Rabin ji xew carek şiyar
Hawîr li dijmin bidne dar
Tev gundî û bajarê min

Dijmin ku em derxin bi zor
Avên çeman em bibne jor
Zaz û Hekar û Bext û Lor
Pir xweş bikin vî warê min

Ava bikin xan û sera
Em tê de rûnin wek bira
Da xurt bikin zêr û pera
Vî bingehê dîwarê min

Rûnin li nav bax û çema
Naz û ciwanik bên sema
Hezar xwezî bi wan dema
Pir xweş dibin êvarê min.

şahî bikin em roj û şev
Maçan ji lêvan bidne hev
Nû xweş dibî rewşa me tev
Ciwan dibin damarê min

Da bel bibin beybûn û gul
Carek nemênin kul di dil
Gul bidme yarê mil bi mil
Dil xweş bibî pê yarê min

Daxwaz çi ye ji serxwebûn?
Petrol û hatin û hebûn
Bi dest me bin hatin û çûn
Pir xweş dibin bazarê min

Nû xweş dibin dax û birîn
Serbest û serbilind dijîn
îdî ciger nabî bi xwîn
Ta ku dijîm, yekcarê min.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.