Ana Sayfa › Şiirler › Mela Rabe
✍️
ŞİİR

Mela Rabe

Cegerxwîn
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mela Rabe

Mela rabe ji xew îro,
Heta kengî mirîşo bî,
Bi destê dijminê millet,
Ne şerm e, ko tu kaşo bî?

Tu xwenda ye, tu zana ye,
Xulamê şêx û axa ye,
Dixwazim ko li pêş millet,
Tu ronî bî, wekî ro bî.

Hezar salan zekatxwer bî,
Ji dijmin re tu rencber bî,
Ku bê dewlet û leşker bî,
Tu dê her dem duago bî.

Li mizgeftan bi gazî bî,
Tu razî bî, ne razî bî,
Tu dê tim jar û tazî bî,
Li nik dijmin tu xirpo bî.

Xwedê dostê mirova ye,
Ne dostê hirç û hova ye,
Berê rojê li ava ye,
Ne bî, îro wekî do bî.

Hezar sal in perîşan î,
Bi jan û derd û êşan î,
Tu nas nakî misilmanî,
Heta kengî duago bî?

çi ne ev kuştin û talan,
Li me dijmin dikin halan,
Perîşan in li ber palan,
Bila rewşa me tim ho bî?

Misilmanî ev e seyda!?
Di rojên şahî û eyda,
Me têxin van ben û qeyda,
çi mêr û jin, çi zaro bî.

Ji xew rabe, tu ey role!
Ji bo dijmin mebe kole,
Gelek dijwar e ev şole,
çiman çirto û Virto bî?

Cegerxwîn tim dikî qêrîn,
Dikim, nakim şiyar nabin,
Bila em jî bibin dewlet,
Misilmanî wekî xo bî.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.