Ana Sayfa › Şiirler › Hebûna Gel Di Hebûna Welêt De Ye..
✍️
ŞİİR

Hebûna Gel Di Hebûna Welêt De Ye..

Dilawerê Zengî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Hebûna Gel Di Hebûna Welêt De Ye..

Her hebin her hebin, bo welat tim hebin
Pêşmergê canfida, ser bi gorî te bin
şer û ceng me dîlan ser bi lez tev diçin
Yan mirin yan azad sor û gewr her hebin
Em in tev lawên Kurd Diyakos û Xesro
Pir şerm û fedî em, îro bindest de bin
Gernasê cîhan bûn, tev bi jîr û hebûn
Bi xwîna azadî, roja cengê hebin
Rabe şêr rabe şêr, kurê Guhderzî mêr
Rencberê dijmina, kolîtî qet ne bin
Dijminê te zorkar, xwînmij û setemkar
Serxwebûn doza me, pêşveçûn ger hebin
Canbêzar tev rabûn, keç û xort dest bi dest
Li ser rêça zanîn, lawên te her hebin
Hemû tev likar in, deng ji wan nabilî
Ser bi lez gernas in, cengê de gav hebin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.