Ana Sayfa › Şiirler › Şoreşger
✍️
ŞİİR

Şoreşger

Dilawerê Zengî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Şoreşger

Welat canfida ne, me dest top û ber
Bi lez em dibazin, li qada me şer

Rewan me diyar e, digel can û xûn
Bi gorî te ne her di vê rê de çûn

Li hember neyaran wekî pêt û ar
Bisojin setem wan ji jor bînin xwar

Bi xûna xwe avdin jiyana welat
şoreşgerê Kurd in, omîda felat

Bi hevrê û dost in, Reşik ta bi çîn
Li Vêtnam û Kûba, berê Felestîn

Libnan hemî xûn e, ji ser ta bi pê
Silfadorê şer e, şoreş pey divê

Me daxwaza jîn e, digel maf hebûn
Nemîne setemkar, li riwê gerdûn

şahiya welatan bi hev re bikin
Bira aştîxwaz in, dozê re dikin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.