Ana Sayfa › Şiirler › Ax Dinyayê Wax Dinyayê
✍️
ŞİİR

Ax Dinyayê Wax Dinyayê

Dilbêzarê Bêkes
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ax Dinyayê Wax Dinyayê

Ax dinyayê wax dinyayê
Beredayê bêwefayê
çima ji me re baş nayê?
Te li me agir berdayê
Pêta wî daye ber bayê
Hewara me re kes nayê
Kuvîxezal nayê rayê
Nîçîrvan gulek berdayê
Ji derpa gulan xwîn nayê
Em belav bûn ber vê bayê
Yek yek wekî zilê kayê
Baran barî av berdayê
Tavî borîn tavê dayê
Bin destê zalim paşayê
Herdem nav kul û cefayê
Bê cih stara me nayê
Em direvin ji belayê
Nivişt çêkir wî melayê
Ew nivişt jî li me nayê
Wî melayî nexwendayê
Ji bo xwe daye fetwayê
Tirsa wî serdest axayê
Van niviştan çêkir dayê
Wî melayê beredayê
Xweda eqil qet nedayê
Dijminekî eqil dayê
Ew ketiye ber wê bayê
Aliyê xwe ve qet nayê
Zanim nabe vê ewayê
Lê ji destê min tu nayê
Emir borî wekî bayê
Sebra Dilbêzar qet nayê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.