Ana Sayfa › Şiirler › Feleka Xayin
✍️
ŞİİR

Feleka Xayin

Dilbêzarê Bêkes
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Feleka Xayin

Felek ji me re xayîn e
Agir li me dibarîne
Gundên me dişewitîne
Em bêmal û bêxanî ne
Zarok bê xwarin birçî ne
Di nav davîka sinçî ne
Dilê min kul û birîn e
Cebar min nacebirîne
Herdem karê min girîn e
Felek kor e qet nabîne
Jiyana dinê şîrîn e
Lê ew qet ji bo me nîn e
Sebeb nezan e pir dîn e
Me digire direvîne
Em ketin ew me hilnayne
Li ber piyan dibe tîne
Ber piyan em perçiqîne
Em bi hewar û gazî ne
Ew dijmin me dixapîne
Paşî dê bixeniqîne
Dilê me herdem xemgîn e
Dijminê me pir zengîn e
Em bi zîn ve wek zengû ne
Zîn li ser pişta me`în e
Ew siwar e dilezîne
Kes ji bo me nebezîne
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.