Ana Sayfa › Şiirler › Emanet
✍️
ŞİİR

Emanet

Ebdilselam Xoce
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Emanet

Li ser riwên deryan..
romana evîna xwe dinivîsim…
Bi tîrêjên rojê re..
tîp bi tîp dineqişî nim…
Di berbanga sibê de..
bi sura bê re..
li gul,çîçek.. û nisrînan belav dikim…
Dikim awaz ji..
çûk, bilbil û şalûran re…
Xurçika kerwanê omîdê..
ji hestên nazik tije dikim..
û kerwan bi rê dixim…
Emanet.. ji her kesî re bixwînin..
ji bîr nekin…
Li cem qurmê..
ku hinava Siyamend qelaşt.. rawestin.
Bi Xecê re bikin halan û…………?!!!!!!
Bêjin..
di wê şevê de,
li qiraxa giraveke jibîrkirî..
min perçak ji dilê xwe winda kir…
Roj diçû ava,roniya wê..
çîrokek.. ji çîrokên min didizî.
Di wê şevê de..
li ser şêlaka şilbûyî..
min ava dikir..
Kişwarek ji hêstiran..
û ji tîrêjên rojê..
torîneke ji leylanê..
min dineqişand…
şeva çû.. tîrêjên rojê..
pasevaniya torînê berdida..
Pêlên derya..
kişwera hêstirêt min wêran dikirin…
Di nîvê şeva çû de..
omîda min winda dibû..
û evîna min dibû..
helbesteke xem gîn..
di torîna leylanê de.
---------
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.