Ana Sayfa › Şiirler › Rast e
✍️
ŞİİR

Rast e

Ebdilselam Xoce
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Rast e

Diyarî....
(Yasîn Hisên)
Rêwiyê ku daye ser riyeke dirêj
û Her gavekê li pişt xwe dizîvire...
Carekê te ji min pirsî:
_Ma buhar di şikeftan de şîn dibe?
-dema jiyan bê wate dibe..
derya rojê himbêz dike..
çav bi hêstir,
beden westiyayî..
û timberiya benefşan..
di nav destan de be...
Dikarim buhuştekê..
di dojehê de..
damezrînim…
Li ser baskên sîh û şeş laçînan..
emê biçin ezmanê heftan..
Ta em buhuştekê..
di dojehê de damezrînin…
Bi firiştan re..
temberiya benefşan..
talan û wêran bikin …
Di nav suruşta wê de biçêrin..
Tîp.. bi.. tîp..
himbêz bikin…
û di nav destan de bugvêşin..
ta em destanan.. jê..
dawerivînin...
şîretan..
li ser kişwarê xwedan..
bibarînin..
Xweda şiyar bike...
Dizanim..
wê dergehê dojehê veke..
û bi laşê şewitî re..
dîlan û semayê bike....
-----------
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.