✍️
ŞİİR

1

Eyşana Beravî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

1

Çawa tê gotin nizanim
Di sibetira rojeke Hezîranê de…
Ber destê sibeyê li pêşber taveke hênik
Tayekê bi min girt.

Çawa tê gotin nizanim
Xwe di şevên esmer de ji bîr kiriye
Hîna bêhna wan şevan ji min tê.
Min xwe li ber tavê raxistiye da ku
bêhnekê li min bide

Bi hezaran fikrên qehpikî yên qirêj
daye ber şûnikan.
Wekî qerpalên rizîyayî,
li ber tava Hezîranê,
bi dar de kirine…

Çawa bibêjim
Kêwroşkekî qutifî me
Destê êvaran nagihê sibeyê
Min
Û
Hinekên din

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.