Ana Sayfa › Şiirler › 10
✍️
ŞİİR

10

Eyşana Beravî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

10

Vê sibeyê piştî ku roj hilê…
Min awêne danî û gulîyên xwe çil û çar kezî vegirt…
Enîya xwe ya gever çend morîkên mircan pê de berda…
Kirasekî ji çil û çar rengî li ber bedena xwe girê da…
Rawestîyame li şaneşînê.
Ji dûr ve xuya ye çîyayekî bejinbilind.
Vê zivistanê…
Êşekê xwe li peravên dilê min asê kiriye.
Gulîyên min vebûne…
Morîkên min yên rêzikî belav bûne…
Kulîlkên rengrengî yê kirasê min çilmisîne…
Awêneya min şikestiye
û min xwe wenda kiriye li cihekî ku tu kes pê nizane…

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.