Ana Sayfa › Şiirler › Pira Dil
✍️
ŞİİR

Pira Dil

Eyşana Beravî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Pira Dil

Pira dilê min bi qasî ya te kevn e,
Hêdîka bavêje gavên xwe.
Ji şevên sar dizanim ku tu nelezîne çêtir e.
Bila ne qels be ku hilweşe
Neke ku mîna ferhengek nîvcomayî bim ez
Rabe hema çend rabirdûyan bi hev de
Ji nû ve min bihûne
Neke ku hêvîyên min biperçivin
Û li te asê bimînim
Nelezîne
Dilê min neke meydana şer
Nereve neçe ku kevn nebim
Gavên xwe bi hemd bavêje
Ku carekî din
Û carekî din hilneweşim
Bimeşim…

*Cara ewil li vir tê weşandin.
**Bi destûra helbestvanê ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.