Ana Sayfa › Şiirler › Hey Leheng
✍️
ŞİİR

Hey Leheng

Ezîz Xemcivîn
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Hey Leheng

Gava heyvê
xwe sipart lehengiya te …
peyvên te, bi kenê
şevê re vêketin…
gotin :
hey ahora mezda,
yezdanê hêzê
bi çînî tu tovê,
şîn tê
bi destê te şîn tê …
û niha
tu dê yî ,
tu bavî
hey sermeyandarê mezin …
cîhan
li ber te bû ye pêtek ,
xurirst ava bû ye ,
qonax bi qonax
xwe sipartiye ser kopalê te …
hey jîn ,
hey hîn ,
û hey evîn…
germ û serme
darê xwe li ber te
şikandin ..!!
tirsa qels ,
newêrekiya gavan
nikarin berê xwe
bidin çiyayê te ;
hey çiya ,
hey hêz ,
hey birûska peyvê ,
nav û nîşanê te
li meydanê kêferatê ne,
destek bi gurz e ,
destek bi kuling e ,
û her destarê dilan
sawa te di hêre…!!
çelengiya te ,
mêrxasî ,
hevrikê ba û bahozê
li panava asîmên
stûnek li dar e ,
rojhilat û rojava
te dan ser
her du qiloçên xwe …
hey mêj û bûrî ,
hey niha ,
hey paşeroj ,
gulav ji banga te bariya
û bela bû … !!
hevîrê jînê
di koda çavên te de
tirş bû…
li ser kela dilê te ,
bû nan … !!
hey nan , hey agir ,
hey mêrkujê pezkovî ;
ew pezkoviyê ronîkuj..!!
awazê di jana
birîndar de kelandî ,
û lehya bêriyên evîndar …
hey çilka lezgîn ,
hey jînxwaz
bi armanca serketinê
berê te wa li hêkê ronî bû ;
dara te ber girt,
doza te zelal bû ,
te kember
li pêkenînê pêça..!!
ji denê jînê
meya serbestiyê te fir kir ;
bawerî , mujde ,
her bawerî .
nama te ey mirov,
nama pîroz
diyariya rokê hinart…!!
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.