Ana Sayfa › Şiirler › Pingên Roniyê
✍️
ŞİİR

Pingên Roniyê

Ezîz Xemcivîn
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Pingên Roniyê

Li bin çengên tariyê
pista dilê te tê dilê min.
Berbang tê,
dibe ko kilîta sibeha xêrê be.

Bila şev ji pencên kund û goyîn rizgar bibe.
Berxikê hezkirinê li panava sîngê dest bi çêra evînê bike.

Pista te berbejna pênûsê dinivîsîne.
Hêminî pê re li canê helbestê dilûse.

Nama dil ji dil re rave bû,
bazinê peymanê
li destdana rastiya me diçirisîne!

Erê bihokê bi kela dil û can
em şivaniya ciwaniyê dikin.
Girê geşbîniyê bi tîrên awirên xwe dikolin.

çendîn cihokên hêsiran
ji xemgîniya çavan herikîne?
çendîn kêlîkên xweşiya me pakrewan bûne?

Ma nayê bîra te
pistên dilan li hev digeriyan,
û pêxwas didan ser pişta hev
bi stêr û heyva helbestê re dikeniyan?

Erê canê dîsa pingên roniyê navûnîşana jiyana me ne.
Ken û pêknokên xemgîniyê kî dizane çi şoreş li dûv wan e?

Tevlihevbûna zimanan bi xwe raperîn e.
Dem dijwar e,
lê evîn vêxistina tariyê ye.
Ewran ji ber roniya hiltîne.

01.10.2006
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.