Ana Sayfa › Şiirler › Bîra Birînê
✍️
ŞİİR

Bîra Birînê

Fatma Savci
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bîra Birînê

Ku niha em neçin tewafa
Vî çiyayî,
Ocaxa van şikeftên ji dapîra mayî
Wê kîjan hec xêrê li me bike
Kîjan welat,
Neqebên xwe ji me re veke?
Wê kalikên me,
çend bihuştên din,
diyariyî me bikin?

çaxê reza betal bû,
ji min dûr neçe,
çirayê vemirî dibêjin:
Wextê kuştina te ye,
li vê deverê...

Gazinan neke!
Em dikarin hinekî din,
birîna xwe,
bi şîr û hingiv xwedî bikin.
çavên wê,
bi jan û girî têr bikin.

Ku em li xwe netewin,
Bi bîra birînê danekevin,
Em ê bi kîjan destê hezkirî,
Zarokatiya xwe ya belavkirî,
Ji van geliyan,
Ji van zeviyan,
Deste bi deste
Bi beybûnan re bidin hev?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.