Ana Sayfa › Şiirler › Dil Ji Min Bir
✍️
ŞİİR

Dil Ji Min Bir

Fêrîkê Ûsiv
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dil Ji Min Bir

Diranzêrê, brûkêrê...
Dil ji min bir, dil ji min...
Helandim xweş xeberê xwe,
Bîna misk û emberê xwe,
Cineta sîng û berê xwe,
Dil ji min bir, dilji min...

çevê belek wê kil dida,
Beşera rû xweş gul dida,
Zerqê hubê li dil dida,
Dil ji min bir, dil ji min. . .

Hey wax, min bîr naçin diha
Naz-nûbara xase biha,
Zulfê zêrîn dora guha,
Bîn-beşera bedew, biha,
Teyr-tawisa per bi zêrê-
Dil ji min bir, dil ji min...

Hilnegeryan em tu wara,
Gul neçinîn tu beyara,
Dosta mine nav neyara
Ez zû xistim riya dagêrê,-
Dil ji min bir, dil ji min...

Xeşibîme, hîlar ketî
Ji hisreta wî sufetî,
Bêbiata qelp derketî-
Dil ji min bir, dil ji min. . .

Kilama min hubê-xalis,
Ew defina mine dengiz,
Wek kûtekî nanê garis
Girt û avît nav savêrê,-
Dil ji min bir, dil ji min...
***
Gul-perîke kurmanciyê
Ji pirêza pêşa çiyê
Peza xwe berjêr dike,
Loma li cînêr dike,
Divê:- Zilekî kayê
Ji destê te dernayê...

- Ê, te çi xwe daye min?-
Cînar divê,- ay xanim,..-
Te nan û av daye min?
Qend û gulav daye min?
Soka sêva daye min?
şekirê lêva daye min?
Ka te çî xwe daye min?..
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.