Ana Sayfa › Şiirler › Mîna Çem
✍️
ŞİİR

Mîna Çem

Fêrîkê Ûsiv
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Mîna Çem

Mîna çem, mîna çem
Her wexta û her dem
Fikira min dikişe
û dike leme-lem.
Carna tê cîkî rast,
Cîkî dûz kûr dibe,
û bi nerm, bi hewas,
Hemdê xwe fûr dide...
Carna tê ciyê kevir,
Ciyê xişir
û zinar,
Dixuşe,
Diqûje,
û dike zare-zar.
Carna tê dewlê kûr,
Lê dibe gêjgerîng,
Xwexwe xwe vedipû
û dide defa sîng.
Carna tê li bendê,
Ciyê hasê gol dibe,
Dicive wê hindê,
Hev digire bol dibe,
Lê nake leme-lem...
Ez hingê ditirsim,
Dilê min dibe xem,
Xwexwe xwe dipirsim:
"Ax dibe binice
çemê min van dera
û neçe, neghîje
Tu okiyan û bera..."

...Lê car din av hiltê,
Av hiltê, ava gurr,
Tîş dike wê bendê,
Bend dibe lê buhur.
û dîsa dikişe
û dike fûre-fûr,
Dikişe û diçe
Rastêd kûr, warêd dûr..

Mîna çem. mîna çem
Her wexta û her dem
Fikira min dikişe
û dike leme-lem.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.