Ana Sayfa › Şiirler › Sovêt
✍️
ŞİİR

Sovêt

Fêrîkê Ûsiv
Helbest👁 1.004 etkileşimEdebiyat
✍️

Sovêt

Sovêtê, sovêtê, sovêta -
Dayîka me demê û axretê,
Bextê me, yaziya me şivêta,
Xilazê ber zulm û zulmetê.

Miletê me pêla sêlavê,
Rênga wî, benga wî tunebye,
û şûrê qetlêyî di navê,
Belabye, bextreş û gunebye.

Mîna îcatek nedîtî
Deravek ji navê xulxuliye,
Hatye ji xezayê derketî
Nav dewla te berda ediliye.

Sovêtê, xwelya te melheme,
Kewandye birînêd me kurda,
Lê dilê min îro bi xeme
Boy kurdê me dûre êgirda.

Avxûnek der-besta hildayî
Ber çevê min şev-ro xuşîne,
Dayîkek ewlede undayî
Digirî û keserê dikşîne...

...Miletê qurnada xapandî
Bûye dîlê îman û mesevê,
û îro dijîn şûr kişandî
Hatîyêda bi zulm û xezevê.

...û dewa heqiyê ji qecera
Tu dikî dîsa nav dewleta,
Sovêtê, tu çara bêçara,
Sovêtê, gumana mileta...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.