Ana Sayfa › Şiirler › Zerê Zoro
✍️
ŞİİR

Zerê Zoro

Fêrîkê Ûsiv
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Zerê Zoro

Hildigirim
Herdu sosin û gulê xwe,
Didim ser sîng û dilê xwe,
Ez ku mirim...cinyazê min
Herduyê bidin ser milê xwe?
***
Ava gurr tê devê bendê,
Li ser erqa belav dibe,
Delav dertê ji wê hindê,
Diçe kêmav, zirav dibe,
Baqê gulaji ser mila
Tê, yeko-yek me par dibe,
Li ser beden, hezar dila
Kêm rewiş û bîn, dîndar dibe.

Ardû-agir di nav kûrê
Ji hev hiltê, bela dibe,
Nade şemal, nade nûrê,
Bêpêlasû, alav dibe...

Lê hizkirina dê û bavê...
Weke çemê ser delavê,
Weke mêrga gul di navê,
çiqa ewleda par dibe -
Ne kêm dibe, ne jar dibe...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.